Sök bostad eller innehåll

Språkstöd

Rêya ber bi malê ve – kirîna xanîyî li Swêdê

Piranîya caran kirîan xanîyî yan firotina wî bazarê jiyanê yê herî mezin e û mimkin e fehmkirina hemû qismên vê proseyê zehmet be. Li vê derê em dixwazin rêyê li ber te hêsan bikin ku tu bi diurstî di nav bazarê xanîyan yê Swêdê da bigerî û ji te re îmkanên bazarekê xanîyî ya emîn û ewle peyda bikin.

Îmkanên me hene jî ku em têkilîyê bi rêya tercimanekî bikin yê ku di gavên giring yên bazarê te yê xanîyî de dikare alîkar be. Kerem bike û bi ofîseka me re têkilîyê bike.

Li bin sernivîsên jêrê de em wêneyekê wesifker yê bazarê xanîyan yê Swêdê didin û îzah dikin ka proseya bazarê xanîyî çawa ye.

  • Bi serekî sê awayên akincîbûnê yên adetî li Swêdê hene:

    1. Milk [fastighet] – Tu di xanîyê xwe de li ser erdê xwe akincî yî. Heger tu bixwazî xanîyekî bi erdê wî ve bikirî, heta dereceya mezin tu dê li ser her tiştî yê ku bi akincûbûna te ve eleqedar e biryarê bidî û berpirsiyar bî.
    1. Apartmana [şuqeya] xwedîya mafê bikaranînê [bostadsrättslägenhet] – Tu di apartmanekê de akincî yî û mafê te yê akincîbûnê di wê de heye. Tu û akincîyên din yên avahîyê xwedîyên milkî ne û bi hev re di komeleyeka mişterek de, ku jê rekomeleya xanîyên xwedî mafê bikaranîna [bostadsrättsförening] tê gotin, endam in. 
    1. Apartmana [şuqeya] xwedîya mafê bikaranînê [hyresrättslägenhet] – Tu di apartmanekê de akincî yî û kirêya akincîbûnê didî. Xanî jî hene ku mirov bi kirê bike lê adeten mirov apartmanekê bi kirê dike û meblexekê mehane dide.

    Ji xeyrî van her sê awayên akincîbûnê, gelek awayên din yên akincîbûnê hene. Wek mînak, apartmanên milkkirî [ägarlägenheter] hene. Ew awayek e ku bê komeleyeka mişterek xwedîyê apartmana xwe ye. Ev dişibe awayê akincîbûnê yê ku mirov li gelek welatên din dibîne, lê ew li Swêdê ne belav be. Xanîyê milkkirî [arrende] awayekê din e ku tu xwedîyê xanîyî ne xwedîyê erdî yî yê ku xanî li ser hatiye ava kirin, lê tu kirêya erdî didî xwedîyê wî.

    Heger tu bixwazî di apartmaneka xwedîya mafê bikaranînê [bostadsrättslägenhet] de akincî bibî, tu dê di eynî wextî de bibî endamê komeleyeka xanîyên xwedî mafê bikaranînê û bi hev re digel endamên din yên komeleyê biryarê li ser milkî bidî. Tu tenê di çarçoveya dîwarên xwe de biryarê didî. Tevî wê jî mimkin e ji bo hin tamîrat û veavakirinan qebûlkirina komeleyê lazim be.

    Hejmara endaman och xanîyan yên komeleyê tayîn dike ka çi ji te wek endamê tê çaverê kirin. Bi gotineka sivik mirov dikare bêje ku komele çi qas biçûktir be, divê tu wek endam zêdetir çalak bî. Adeten çalakbûneka weha mezin di komeleyeka mezintir de qet ne şert e, lê mimkin e bi vî awayî îmkana tesîrkirinê jî kêmtir be. Giring e tu vê yekê bizanî berî ku tu biryarê bidî ka tu dixwazî li kûderê û çawa akincî bibî.

  • Hemû sîmsarên milkî li Swêdê xwendina bilind temam kiriye û divê li ba daîreyaka çavdêrîyê ya dewletê, Mifetişîya sîmsarîya milkî [Fastighetsmäklarinspektionen],qeydkirî bin. Xebata sîmsaran li gor qanûneka taybetî, Qanûna sîmsarîya milkî [Fastighetsmäklarlagen], tê tenzîm kirin û lewra ji bo pêkanîna kirîna xanîyî li Swêdê hîç hiqûqzan yan parêzer ne lazim in. Di bazarê xanîyî de, sîmsar ji hazirkirina belgeyên lazim berpirsiyar in ji alîyê hiqûqî ve bikêrhatî ne.

    Li Swêdê, xanîfiroş milkî dispêre sîmsarî û pereyê wî dide. Piranîya caran sîmsar xwedîyê heqê ferdî [ensamrättê] ye ku xanîyekî bifiroşe û ew jî bi peymaneka heqê ferdî tê tenzîm kirin. Anku, halê ku wekaleta heman xanîyî di destê çend sîmsaran de be çi qas bêjî nenormal e. Li gor qanûnê, erka sîmsarî ye ku li xwastekên her du alîyan binêre û lewra sîmsarên kirînê li Swêdê ne lazim in.

    Sîmsar berpirsiyar e ku ji bedela xanîfiroşî xanîyî pêşkêş bike, mişterî û xanîfiroşî bîne ba hev û divê jî bixebite ku xanîfiroş her tiştî yê ku ji bikirî re lazim e li ser xanîyî bizane bibêje. Anku, sîmsar berpirsiyar e ku hemû agahdarîyên lazim bicivîne û haya wî jê hebe ku ew digehin yê mişterî.

  • Li Swêdê, şertê ka divê tu çi qas ji deynê xanîyî vegerînî heye, şertê qistdanê heye û qaîdeyek heye ku dibêje heqê te tune ye ku tu ji 85% zêdetir ji qîmeta xanîyî deyn bikî, ew banê deynê akincîbûnê [bolånetak] ye. Pêşniyazek ew e ku tu bi bankên cuda re biaxivî ji bona ku tu agahdarîyên baş derbarê pîvanên wan bistînî û bizanî ka kîjan alternatîvên din yên cuda ji te re hene gava tu tekbîrê dikî ku xanîyekî bikirî. Her ji destpêka proseya kirînê, sozeka deynî [lånelöfte] ya nivîskî peyda bike. Heger hewce bike ku tu ji bo kirîna xanîyî pereyan deyn bikî, digel destpêkirina hesabkirina butceyê yan berî ku tu peymanê îmze bikî sîmsar dê pirsê soza deynî ji te bike.

    Ji bo lêgerîna xanîyan gelek rê hene û dîtina mala xwe ya paşerojê dikare wextekê dirêj bidome. Gelek malper di înternetê de hene ku dikkarin vê proseyê hêsan û berhemdar bikin. Hemnet.se û Booli.se ji bo lêgerên xanîyan malperên herî navdar in tu dikarî jî yekser serdana malperên taybetî yên sîmsaran bikî. Di wan malperan de, tu dê gelek hesabkarîyên bihayan û reqemên hemberkirinan yên ku bi kêrî te tên bibînî. Şîreteka hêja ew e ku tu serdana cihên akincîbûnê yên cuda bikî û biçî gelek nîşandanan.

  • Nîşandana vekirî li Swêdê awayê nîşandana xanîyî yê herî belav e. Maneyê ew e ku sîmsar di îlana xwe de behs dike ka kengî nîşandan dibe û ku hemû mişterî ji bo serdana xanîyî di tarîx û saeta diyarkirî de dawetkirî ne. Di piranîya halan de, îmkan heye jî ku mirov sîmsarî re nîşandanên ferdî veqetîne.

    Diyardeyek ku êdî belavtir bûye ew e ku mişterî nîşandaneka pêşwext ya xanîyî daxwaz dikin, ango ew ricayê dikin ku hêj berî nîşandana vekirî xanîyî bibînin. Di hin halan de, netîceya wê dikare ew be ku xanî jî berî ku nîşandana vekirî pêk be were firotin. Ya rast, îmkana mişterîyan heye ku her wextî bihayekî ji bo xanîyî pêşniyaz bike û xanîfiroş dikare bihayekê pêşniyazkirî qebûl bike û berî nîşandana îlankirî jî xanîyî bifiroşe. Heger heza te li ser xanîyekî pir be, aqilmendî ew e ku tu sîmsarî zû agahdar bikî. 

  • Giring e ku tu di dema nîşandanê de bi bêhna fireh û bi hûrî li xanîyî binêrî. Ya rast, erka te ye wek mişterî ku tu bi hûrî li xanîyî binêrî. Ji vê re erka lêkolînê tê gotin. Maneya wê ewe e ku piştî îmzekirina peymanê tu nikarî xanîfiroşî neçar bikî ku bibe berpirsiyarê şaşî û zerarên biçûk yên mihtemel yên ku te karibû kifş bikî. Mimkin e nêrîneka hûrhûrik di dema nîşandana vekirî zehmet be, lewra aqilmendî ew e ku tu nîşandaneka ferdî bixwazî. Hingî tu dikarî bi rehetî li malê binêrî berî ku tu biryarê bidî.

    Ne dûrî adetan e ku mirov alîkarîyê ji kontrolkerekî jî bixwaze da bi hûrî li xanîyî binêre. Kontrolker teqrîben li her tiştî dinêre lê tişt hene ku nakevin di nava kontrolkirineka normal de. Kontrolker ji te re dibêje ka kîjan qism dikevin nava kontrolkirinê û kîjan tişt hene ku divê tu bi xwe lê binêrî.

    Mimkin e xanîfiroş jî hez bike xanîyî kontrol bike berî ku ew ji bo bazarî bê îlan kirin. Di halê xanîyên weha de, protokoleka kontrolkirinê nîşanî mişterîyî tê kirin. Ev rêyeka çalak û rehet e. Lê, di wan halan de jî giring e ku mişterî li wan qisman yên ku di protokolê de tune temaşe bike.

    Heger niyeta te hebe ku tu xanîyekê xwedî mafê bikaranînê ye [bostadsrätt] bikirî, divê tu bi hûrî li aborîya komeleyê jî binêrî. Piranîya caran aborî di wê namîlkeyê [prospektê] de ya ku tu di dema nîşandanê de werdigirî tê berçav kirin. Heger wisa nebe, ji bîr neke ku tu rapora aborî ya salê ya herî dawîyê û destûra komeleyê bibînî. Heger hînî xwendina raporên aborî yên salê nebûbî, baştir e ku alîkarîyê bixwazî. Heger bo nimûne niyeta te hebe ku tu ji bo kirîna xanîyî pereyan deyn bikî, bank dikare di sehkirina aborîya komeleyê de alîkarîyê bike. 

  • Kêmzêde adeten biha tê pêşniyaz kirin û ji lewra ew biha yê ku di îlanê de heye tê zêde kirin. Lê mimkin e bihayê dawîyê ji bihayê destpêkê kêmtir bibe. Ji bo piranîya xanîyên nûavakirî bihayekê sabit tê danîn. Di wî halî de adeten rêza nobetê tê qebûl kirin; ango, îmkana kirîna xanîyî ji wî kesî re tê pêşkêş kirin yê ku pêştir daxwaza xwe teslîm kiriye.

    Li Swêdê bihayê pêşniyazkirî ji bo kesê ku pêşkêş kiriye ne îlzam e. Ya rast, bihayê pêşniyazkirî dibe îlzam gava û mişterî û xanîfiroş peymana kirînê îmze kiribe. Heta ku peyman neyê îmze kirin, xanîfiroş ne mecbûr e ku xanîyî bi bihayekê diyarkirî bifiroşe lê heger bixwaze dikare di dema proseya firotinê de her gavê firotinê rawestîne. Her weha heger xanîfiroş bixwaze ew dikare xanîyî bifiroşe pêşniyazkerekî yê ku bihayê herî bilind jî pêşniyaz nekiribe.

    Sîmsar berpirsiyar e ku hemû bihayên pêşniyazkirî, yên ku berî îmzekirina peymanê tên, pêşkêşî xanîfiroşî bike. Li gor qanûna Swêdê, divê sîmsar lîsteyeka hemû pêşniyazkeran û bihayên pêşniyazkirî berhev bike. Mafê mişterî û xanîfiroşî heye ku vê lîsteyê bibînin gava sîmsar di roja xanîwergirtinê de karnameya xwe teslîm dike.

  • Biryarên li ser niqteyên girêdayî bazarî di peymanê de tên nivîsîn. Wek mînak kengî perê dê bên dan. Di serî de pêşînat [handpenning]. Di rewşên normal de, heft heta deh roj li pêşîya mirovî hene ku mirov tê de pêşînatê bide ya ku di halên adetî de 10% yê bihayê kirînê ye. Bihayê kirînê yê mayî di roja xanîwergirtinê de tê dan.

    Tiştên din jî yên ku dê daxilî kirîna xanîyî bibin û derveyî tiştên normal tên hesibandin di peymanê de tên tenzîm kirin. Ji kerema xwe beşê Çi daxilî xanîyî ye? bixwîne yan ji sîmsarê xwe bipirse heger tu dudil bî.

    Mirov şertên mihtemel derbarê kirînê jî di peymana kirînê de dinivîse. Ew şert dikarin derbarê mercên deynê xanîyî yan kontrolkirinekê bin. Di halê xanîyê xwedî mafê bikaranînê [bostadsrättê] de, bo nimûne her gav şertek heye ku divê komele mişterîyî qebûl bike û mişterî bibe endamê wê. Gava mirov peymanê îmze dike, sîmsar belgeyan derbarê nasnameya mişterîyî qeyd dike û mirov li gor qanûnê mecbûr wî karî bike.

    Di hin halan de, mimkin e mirov his bike ku îmzekirina peymanê alozî û stresê peyda dike. Pêşniyazek ew e ku tu bi sîmsarî re qise bikî heger hin pirsên te berî îmzekirina peymanê hebin. Heger tu hêj dudil bî, aqilmendî ew e ku tu bi taybetî ji bo îmzekirina peymanê hevalekî bi xwe re bibî yan wî karî bispêrî tercimanekî. 

  • Mideta di navbera peyman û xanîwergirtinê de ji bo xwehazirkirinê demeka baş e – ku xanîfiroş malekê teslîm bike û mişterî were mala xwe ya nû.

    Paqijkirina piştî barkirinê tiştek e ku bi her du alîyan ve eleqedar e û di peymanê de bi aşkerahî û zelalî tenzîmkirî ye. Paqijkirina piştî barkirinê karekê gelek mezin e zehmet e ku mirov bi xwe bike. Wek xanîfiroş divê tu lê binêrî ka karê paqijkirina piştî barkirinê çi qas mezin e û piştre biryarê bidî ka tu dê wî karî bispêrî şîrketeka paqijkirinê yan na.

    Heger di dema navbera firotin û xanîwergirtinê de tiştek ji ber têkçûn û kevinbûna adetî di xanîyî de zerardar bibe, adet e ku mişterî mesrefê bide. Lê heger tiştek ji ber xemsarîya xanîfiroşî yan bûyereka qezayê xerab bibe yan bi aşkerahî têk biçe, adeten xanîfiroş berpirsiyar e ku tiştê xerabbûyî çê bike yan biguhore.

  • Roja xanîwergirtinê ew roj e ya ku tu tê de bihayê kirînê didî û kilîdên mala xwe ya nû distînî. Niha tu bi tevahî û temamî ji akincîbûna nû berpirsiyar î. Tu bi rastî wê rojê yan di delîveyeka paştir de bar bikî xanîyî ferq nake. Divê mirov her ji roja xanîwergirtinê temînekê ji bo akincîbûna xwe peyda bike.

    Mişterî û xanîfiroş di roja xanîwergirtinê de li ofîsa sîmsarî yan li banka mişterîyî hevûdin dibînin. Sîmsar di civînê de belgeyên dawîyê yên qebûlkirî pêşkêşî xanîfiroş û mişterîyî dike. Têkilîya sîmsarî bi banka mişterîyî û ya xanîfiroşî heye da her tişt bi dirustî bi rê ve biçe. Di dawîyê de, sîmsar karnameyekê teslîm dike ku tê de qonaxên cuda yên ku sîmsarî di pêvajoya vî karî de bi cih anîne behs dike. Lîsteya bihayên pêşniyazkirî ya ku diyar dike ka kê beşdarî di pêşniyazkirina bihayî de kiriye jî di nav belgenameyê de ye.

  • Li Swêdê qanûn wan tiştên îlawe yên ku aîdî xanîyî ne û lewra divê di xanîkirînê de hebin tenzîm dike. Dolabên kincan, tebax, sarincok, frîzer, cilşok û makîneya zuhakirinê mînak in ji bo tiştên îlawe yên ku adeten di xanîyî de tên hiştin. Ji bo agahdarîyên hûrtir, ji kerema xwe ji sîmsarê xwe bipirse. Xanîfiroş dikare hin tiştan ji wan qaîdeyan derxîne. Hingî giring e ku ew di destpêka proseyê de bên diyar kirin; baştir e ku berî nîşandanê be. Tiştên ku dê bên derxistin dê piştre di wê peymanê de ya ku di navbera mişterî û xanîfiroşî de tê nivîsîn bên tenzîm kirin.

  • Di bazarê xanîyî yê herî baş de jî mimkin e pirs di rêyê de serî hildin. Bo nimûne heger tiştek ji bo te wek mişterî derkeve holê ku tu li bendê nebûyî, divê tu yekser miraceatî sîmsarî bikî. Di rewşên weha de, sîmsar dikare tenê rêberîyê bike û agahdarîyan bide her du alîyan lê nikare ji bo mişterî yan xanîfiroşî alîgir be. Ji kerema xwe ji sîmsarê xwe bibpirse ka qaîdeyên carî kîjan in û ji bo çareserkirina problemên mihtemel tu dê çi bikî.

    Lê heger tu bawer dikî ku sîmsarî şaşîyek kiriye, tu dikarî yekser miraceatî wî bikî. Heger tu piştî têkilîyeka pêşîyê hêj his dikî ku tu nerazî yî, divê tu gilînameyeka nivîskî teslîmî sîmsarî bikî. Wê proseya bike belge bi rêya ku tu wek mînak gilînameyê bi name yan e-poste pêşkêş bikî. Dîsa heger we li hev nekir, tu wek xerfkar daxwazê ji Desteya gilînameyan ya Bazarê milkan [Fastighetsmarknadens Reklamationsnämnd] bikî ku li meseleya te binêre. 

Şeş pêşniyazên bilez di rêya – malê de!

• Wêneyekê baş yê bazarê xanîyan û ast û sewiyeyên bihayê wan di serê xwe ava bike – Li statistîk û îlanên xanîyan yên bo nimûne Hemnet.se, Maklarstatistik.se yan malperên taybetî yên ofîsên sîmsaran binêre. • Sozeka deynî ya nivîskî peyda bike – Derbarê fînansekirina xanîyî û qaîdeyên girêdayî wê li Swêdê digel gelek bankan qise bike. • Here nîşandanên gelek xanîyan – Serdana cihên akincîbûnê yên cuda bike û here gelek nîşandanan da fikirek di serê da ava bibe ka tu dixwazî li kûderê akincî bibî û ji bo mala xwe ya paşerojê li kîjan pîvanan digerî. • Bila di bîra te de be ku pêşniyazkirina bihayî ne îlzam e û heta ku mişterî û xanîfiroş peymanê îmze nekin ti tişt temam nabe. • Gelek pirsan ji sîmsarî bike û zanîna wan bi kar bîne – Li Swêdê xanîfiroş milkê xwe dispêre sîmsarî lê divê sîmsar temsîla hezên mişterîyî jî bike. • Ji bîr neke ku bi hûrî li xanîyî binêrî – Li Swêdê erka hûrlênêrînê ya mişterîyî mezin e. Bi hûrî û kûrî li xanîyê ku tu dixwazî bikirî binêre û heger hewce be wî karî bispêre kontrolkerekî. Heger niyeta te hebe ku tu xanîyekê xwedî mafê bikaranînê bikirî, giring e ku tu li aborîya komeleyê jî binêrî.

Genom att använda denna webbplats accepterar du vår användning av cookies.